Trump: Îsraîl wê leşkeran neşîne Beyrûtê

Serokê DYE’yê Donald Trump piştî hevdîtina bi Netanyahu re ragihand ku Îsraîlê tevgera leşkerî ya plankirî ber bi Beyrûtê ve rawestandiye. Trump îdia kir ku bi Hizbullahê re têkiliyên nerasterast hatine çêkirin û li ser pêkanîna agirbestê li hev kirine.

Serokê DYE’yê Donald Trump piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ragihand ku Îsraîl leşkeran naşîne Beyrûtê.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyanî da û diyar kir ku wî bi Netanyahu re hevdîtinek "pir berhemdar" kiriye û got, "Îsraîl leşkeran naşîne Beyrûtê. Hemû leşkerên di rê de hatine vegerandin."

Trump îdia kir ku bi rêya nûnerên asta bilind bi Hizbullahê re hevdîtin hatine kirin. Trump destnîşan kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û ji bo parastina agribestê alî li hev kirine.

Aliyan heta niha derbarê daxuyaniyên Trump de piştrastkirinek fermî ne kirin.